Delegasyonên Kedê – „Werin, em bi hev re Rojava biparêzin, kolektîf kar bikin û jiyana
komînal avabikin!“


Têkoşîna gelê Rojava ji gellek aliyan ve di nava wan 10 salên dawî de li seranserî cîhanê
deng veda. Di nava alozî, qeyran û şer de li ser xaka Rojavayê Kurdistan û Bakur-Rojhilatê
Suriyê projeyekî nimûne tê pêkanîn. Bi vîn û îradeya gelên herêmê li beramberî zilm û
zordarî berxwedan çêbû, axa vê welatê ji dagirkeran hat rizgarkirin, li hemberî DAÎŞ‘ê hat
parastin û Rêveberiya Xweser li ser esasî biratiya gelan hate avakirin. Ji 2012‘an ve gelê
Rojava hewldide li ser esasî paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jin de
xwe rêxistinbike û bi vî awayî jiyanekê bi rûmet û azad li welatê xwe pêşbixîne. Bi xwîna
deh-hezaran şehîd, bi ked û xwêdana gelê xwecihî destkeftiyên mezin çêbûn, di nav de
têkoşîna azadiya jinê, avakirina sîstemekê xwerêvebirina herêmî a demokratîk, pêkanîna
mafên hebûn, rêxistinbûn û xwe-îfadekirina hemu netew, çand, bawerî û zimanên herêmê.
Di demekî de ku li tevahiya Rojhilata Navîn alozî, şer û qeyran li ser esasî netewperestî,
nîjadperestî, zilamsalarî û olperestî mezin dibe û hêzên kapîtalîst ên navnetewî projeyên
xwe yên mêtingeriya nûjen dixwazin ser gelên herêmê ferz bikin, Rojava mîna nefesekî nû
ya însaniyetê ket ser dîkeya dîrokê. Li ser esasî fikra netewa demokratîk ku ji aliyê Abdullah
Öcalan ve hate pêşxistin bi şoreşa Rojava re hêviyekê nû ji bo jiyanekê azad, aştiyane û bi
rûmet zindî bû. Lê heta îro berdewamiya vê projeyê mîsoger nebuye. Ev 9 salan Rojava di
bin embargoyekê giran de hebûna xwe didomîne. Her wekî din Rojava ev 9 salan bênavber
rûbirûyî êrîşên dijwar ên dagirkeriyê ye û hewldide bi her awayî xwe li hemberî vê biparêze.
Herêmên mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî îro ji aliyê Dewleta Tirk ve hatine dagirkirin û
gefa êrîşên nû rojane tê kirin. Bi wê ve girêdayî av li ser herêmê tê qutkirin û konseptekê
berfireh a şerê taybet tê birêvebirin da ku krîz, alozî û tevlîheviyê di nava herêmên
Rêveberiya Xweser de derbikevin. Li kêleka vê gelê Rojava nîşandaye ku di bin şert û
mercên bi vî rengî ên herî zor û zehmet de jî, mirov bixwaze dikare jiyana xwe bi destê xwe
avabike. Di vê çarçoveyê de rastiya şer li herêmê nebuye sedem ku gelê Rojava hewlnede
xewn, xeyal û fikrên xwe di derbare jiyanekê demokratîk de pêkbîne. Bi kedekê mezin gel li
gund û taxên xwe bi riya komînan xwe birêxistinkiriye û ji jêr ber bi jor ve xwe-rêveberiya
xwe avakiriye. Bi rengê koperatîfan hewl tê dayîn şêwazê hilberandina bêedalet a kapîtalîst
gav bi gav were derbaskirin. Di nava îmkanên kêm de projeyên enerjiyê û jiyanekê ekolojîk
tên pêşxistin. Sîstema xwendinê ya dibistanan ji binî ve nû hatiye destgirtin, da ku êdî hemu
zarok bikaribin bi zimanê xwe yê dayîkê bixwînin. Ji sifirê ve gav bi gav sîstemekê aborî tê
pêşxistin da ku Rojava bikaribe li ser lingên xwe bi xwe bisekine. Di aliyê civakî de jî
têkoşînekê mezin hat dayîn û tê dayîn, da ku hişmendî û kiryarên zayendperest, zilamsalar,
nîjadperest û olperest werin derbaskirin û jiyanekê wekhev, bi edalet û azad bê pêşxistin. Li
herderê jin û ciwan xwe xweser birêxistinkirin û kar û xebatên berfireh dimeşînin ji bo
civakekî xwedî îrade û zindî avabikin û azadiya jin misoger bikin.


Gelê Rojava li hemberî dagirkerî û faşîzmê di nava berxwedanê de ye û di nava şert û
mercên zor û zehmet de jiyana xwe birêvedibe û avadike. Wekî çend rêxistin û tevgerên li
Rojava em hatine cem hev û me Şebekeya Dostaniya Navnetewî avakir. Di nava dîroka
têkoşînên gelên bindest de piştgirî û dostaniya navnetewî hertim yek ji sîlahên me yên herî
xurt bû. Dostanî jî mijarekê gotinê nîne, divê bê pratîzekirin, were pêkanîn, bê jiyankirin: Li
Îspanya 1936‘an hat pratîzekirin, li Angola 1975 hat pêkanîn, li Vîetnamê 1968‘an hat
jiyankirin, mînakên wê bê dawî ne. Îro jî li welatên wekî Filistîn û Kuba tê pratîzekirin. Ji
bo piştgirîdayîna têkoşînên azadiyê li gellek welatan „Taburên Enternasyonal“ di dîrokê de
hatine birêxistinkirin. Em jî îro bi navê „Delegasyonên Kedê“ dixwazin vê kevneşopiyê li

 

Rojava carekê din zindî bikin Em dixwazin derfetek bidin hûn bikaribin welatê me û rastiya
têkoşîna me nasbikin, bi me re ked û xwêdanê bidin, da ku em bi hev re têkoşîna xwe ya
navnetewî ji bo jiyanekê komînal û azad mezin bikin.
Ji bo naskirina Rojava, ji bo şikandina embargoya aborî û siyasî li ser Rojava û ji bo
pratîzekirina dostaniya navnetewî em bang li hemu kesên demokrat, sosyalîst û şoreşger
dikin: Werin, em bi hev re Rojava biparêzin, kolektîf kar bikin û jiyana komînal
avabikin!“


Yekemîn delegasyonên kedê wê buhara 2022‘an destpêbikin. Bernameya me di nava 21
rojan de nîqaş û semînerên siyasî, aktivîteyên sosyal û çandî, karê pratikî di nav koperatîf û
gundan de û serlêdana cih û warên girîng ên Rojava di nava xwe de dihewîne.
Hemu bername hûn dikarin li vir mêzebikin: (link)
Heger pirsê we hebin, yan hûn dixwazin navê xwe ji bo delegasyonekê qeyd bikin, ji
kerema xwe re li ser vî emaîl ji me re binivîsin: (…)

 

 

Şebekeya Dostaniya Nevnetewî,
Cotmeh 2021